• Monday, 01 July 2024
logo

Peyama Serokê herêma Kurdistanê ya ji bo pejirandina budceya Iraqê

Peyama Serokê herêma Kurdistanê ya ji bo pejirandina budceya Iraqê
destxweşî li şanda Kurdistanî dike.
Bi helkefta pesendkirina budceya Iraqê ve, pîrozbahiyê li gelê Iraqê û destxweşiyê li Serokayetî û hemû fraksiyonên Encumena Nûneran dikim. Hewlên Serok Wezîr birêz Mistefa Kazimî ya ji bo kêmkirina nakokiyan û rêkeftinê, cihê rêz û spasiyêne. Ji bo çareserkirina kêşeyan û aramî û avadanî û paşerojeke baştir, Iraq pêwîstî bi alîkariya hevbeş û karê pêkveyî heye û divê em hemû piştevaniyê li vê arasteyê bikîn.

Destxweşiyeke taybet li birêz Qubad Talebanî Serokê Şanda Danustandinkarê Hikûmetê dikim ku li gel endamên şanda Herêma Kurdistanê bi bîhnfirehî û serkeftiyane danustandineke dijwar derbaskir. Destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî dikim ku hevkar û piştevanê hevdû û şanda hikûmetê bûn, ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li budceya Iraqê da.

Hêvîdarîn hemû aliyek pêgirê yasayê bin. Pejirandina budceyê dikare destpêkeke baş û handerê çareserkirina kêşeyên dinê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bê. Bi cîhkirina yasayê dibê sedema bihêzkirina proseya siyasî û pêkvejiyanê û çespandina mafê welatîbûnê ji bo hemuyan. Dergeha guftûgoyeke berhemdar ji bo hemû aliyan vedike, heta ku pêkve bi navê aramî û avadanî û pêşketina li welat da kar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

01.04.2021
Top