• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî derbarê pejrandina bûdceya fedralî de peyamek belav kir

Serok Barzanî derbarê pejrandina bûdceya fedralî de peyamek belav kir
hêvî dike ev yek bibe sedema vegerandina prensîbên hevbeşiyê.
Destxweşî li aliyên têkildar dike.

Piştî ku parlementoya Îraqê duhê bişev proje bûdceya fedralî ya bo sala 2021an pejrand, Serok Barzanî jî peyamek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de destxweşî li tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê kiriye û spasiya şanda danûstandinkar ya Kurdistanê û firakisyonên Kurdî li parlementoya Îraqê jî kiriye ku karîne piştî hevldaneke zêde û karek hevbeş proje bûdceya fedralî bipejrînin û para Kurdistanê jî di nava bûdceyê de gerentî bikin.

Serok Barzanî gotiye: Pejrandina bûdceyê pêngaveke rast û diroste û hêvî dixwazin ku bibe destpêkek bo bihêztir kirina bingehên diyalog, bihevre jiyan û vegerandina prensîbên hevbeşiyê di navbera pêkhateyên Îraqê de.

Top