• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka: Em bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kêfxweş in

Amerîka: Em bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kêfxweş in
Rêveberiya Washingtonê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser budçeya Iraqê bikêfxweşî pêşwazî kir.

Ev demeke dirêj bû ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser budçeyê danûstendin dihatin kirin. Duh êvarê parlamentoya Iraqê di bin serokatiya Mihmed Helbûsî de civiya û 58 maddeyên budçeyê hatin pesend kirin.

Di derbarê mijarê de balyozxaneya Amerikayê yê li Bexdayê daxuyaniyek belav kir û got”Di parlamentoyê de bi derbasbûna budçeya darayî ya Iraqê bo 2021an û em ji pêkanîna reformên aborî kêfxweş in ku ew ê di rojên pêş de dê bêtir rê li ber xweşî û ewlehiyê veke. Wek Amerîkayê em li benda hevkariya xwe ya berdewam a bi Iraq û gelê Iraqê ne.”

Êvariya Çarşemê, parlamentoya Iraqê budceya sala 2021 pesend kir ku yek ji maddeyan (maddeya 11) beşa budceya Herêma Kurdistanê bû.

Di maddeya 11 a budceya sala 2021 a Iraqê de, %12.67 ji budceya federal weke pişka budceya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Li gor budceya îsal a Iraqê, Herêma Kurdistanê divê 460,000 bermîlên petrolê bi nirxê SOMO li gel nîvê dahatên navxweyî bide Bexdayê.

Kurdistan dikare bi xwe petrola xwe bifiroşe

Ehmed Sefar, Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî ji Rûdawê re got: “Pejirandina maddeya 11 îtîrafkirina bi vê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare petrola xwe bifiroşe û ev yek karekî gelek giring bû û ji niha şûnde Herêma Kurdistanê dikare bi awayekê fermî petrola xwe bigiroşe û metirsiyên ser sektora petrola Herêma Kurdistanê jê bir.”

Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê herwiha da xuyakirin, ji niha û pê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare li gel dahatên xwe yên navxwe, bêyî qutkirinê mûçeyên fermanberan bide.

Rudaw
Top