Siûdiye û Îraq 5 rêkeftin îmze kirin
Duhê şanda Îraqî serdana Siûdiyeyê kiribû.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Siûdiyeyê de, şanda Îraqî ya bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, li gel rayedar û berpirsên Siûdî çend civîn û hevdîtin pêk anî.
Di çarçoveya wan civîn û hevdîtinan de behsa têkiliyên navbera her du aliyan û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên han hate kirin.
Her di çarçoveya serdana han de di navbera Îraq û Siûdiyeyê de 5 rêkeftinên curbicur derbarê bihêztir kirina têkiliyan de hatine îmzekirin.