• Sunday, 28 July 2024
logo

Zarokên koçber ji neçarî karê zehmet dikin

Zarokên koçber ji neçarî karê zehmet dikin
Zarokên penaber ên Sûriyê li Tikiyê ji ber tunebûna dahata aborî neçar bûne ku dest ji xwendinê berdin û karê zehmet bikin.

Diyardeya karkirina zarokên Sûriyê yên ku li Tirkiyê penaber in berfireh bûye.

Zarokên di temenekî gellek biçûk de, di karên zehmet de, ji bo demên dirêj û bi heqdesteke kêm tên bikarnîn.

Piraniya wan zarokan, ji ber nîrên zehmet, dev ji xwendinê berdane û ji neçarî van karên zehmet dikin.

Zarokî karker ê bi navê Elî wiha got: "Ez û bavê xwe li vir kar dikin. Min dev ji dibistanê berda daku alîkariya malbata xwe di xerciya malê de bikim."

Zarokên ku derfetên kar bi destê wan nakevin, ji nav kolanên bajaran jibermayiyan berhev dikin da ku bikaribin alîkariya malbatên xwe yên pêwîst bikin.

Pisporê civaknas Celal Nofel ku piştgiriya derûnî ji zarokan re pêşkêş dike, dibêje ku ew zarok di bin merc û nîrên pirr zehmet de kar dikin.

Li pajarê Dîlok, anku Dîloka Bakurê Kurdistanê, bi hezaran penaberên Kurd û Ereb hene.

Hejmareke mezin ji zarokên penaber, li şûna ku li ser kursiyên xwendin û perwerdê bin, neçar in ku li pişt alavên kargeha yan jî li kolanan zaroktiyan xwe ji dest bidin.

Rudaw
Top