• Monday, 01 July 2024
logo

Rapirsiya dawîn: Rêjeya dengên HDPê ji 12 ye

Rapirsiya dawîn: Rêjeya dengên HDPê ji 12 ye
Lêkolîna Areayê encamên lêkolîna rapirsiya hilbijartinê ragihand. Li gorî rapirsiyê ji xeynî HDPê tevî partiyên ku nû hatina avakirin dengên opozîsyonê gihîştine yên Tifaqa Komarî.

Lêkolîna Areayê encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Îro hilbijartin çêbibe hûn ê deng bidin kîjan partiyê?” bi raya giştî re parvekir. Kompanyeya rapirsiyê lêkolîna xwe li Tekîrdag, Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Enqere, Edene, Kayserî, Samsûn, Trabzon Erzirom, Meletî û Amed jî di nav de li 12 metropolên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk anî.

Lê gorî lêkolînê hate dîtin ku AK Partî ji sedî 29.2, CHP 20.0, İYİ Partî ji sedî 11.7, HDP ji sedî 10.0 û MHP ji sedî 7.9 deng werdigre.

Li gorî dengên derbasdar dabeşkirina dengan wiha ye:

AK Partî ji sedî 35.1

CHP ji sedî 24.0

IYI Partî ji sedî 14.0

HDP ji sedî 12.0

MHP ji sedî 9.4

Herwiha di rapirsiyê de tê xuyakirin ku li ser bingeha dengên derbasdar rêjeya dengên Tifaqa Millet ji sedî 43.5 e û ji xeynî dengên HDPê rêjeya dengên Tifaqa Komarî 44.5 e. Ev jî tê wê wateyê ku Tifaqa Komarî bi yek puanî li pêşiya Tifaqa Millet e. Li aliyê din HDPê bi rêjeya ji sedî 12 di ser bendê de hêza xwe diparêze.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên tifaqan wiha ye:

Tifaqa Komarî ji sedî 44.5

Tifaqa Millet ji sedî 38.1

HDP ji sedî 12.0

Yên din ji sedî 5.4

Li aliyê din li ser pirsa “Bi ya we ji xeynî vîrûsa koronayê pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyê çi ye?” Ji sedî 57.3 kesên ku beşdarî rapisiyê bûne dibêjin aborî/bihabûna tiştan/xizanî, ji sedî 15.6 dibêjin bêkarî, ji sedî 2.8 dibêjin pergala perwerdehiyê û ji sedî 15.2 jî dibêjin pirsgirêkên din. Ji sedî 9.1 jî ramanên xwe diyar nekirine.

Li ser pirsa “Hûn polîtîkaya aboriyê ya hikûmetê serkeftî dibînin?” ji sedî 62.2 dibêjin “serneketî” û ji sedî 30.5 jî dibêjin “serketî”

Rudaw
Top