• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê pejirandina bûdceya fedralî de peyamek belav kir

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê pejirandina bûdceya fedralî de peyamek belav kir
hêvî dike ev yek bibe pêngavek bo derbas kirina rewşa dijwar ya abûrî.
Şeva borî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê pejirandina yasaya budceya federal a Iraqê de belav kir.

Peyamê de hat gotin: ‘’Îro bi piraniya dengên fraksiyonên aliyên siyasî yên Kurdistanê, encûmena nûnerên Iraqê yasaya bûdceya federal a sala 2021ê pejirand. Hêvîdarim ev yasaye bibe destpêka derbaskirina rewşa giran a darayî bo Iraq û herêma Kurdistanê.’’

Barzanî spasiya tîma danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistanê kir ji ber erk û hewldanên wan ên berdewam ku bi mehane li ser kar dikin û hewl û karên xwe bi berdewamî birêve birin. Herwaha spasiya fraksiyonên Kurdistanî yên nav encûmena nûneran kir ji bo hewldanên wan.

Di beşeke din a peyama serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de hat ragehandin: ‘’Ev yasa lihevtêgeheştineke baş û pêwîst bû di navbera hikûmeta federal û herêma Kurdistanê de. Herçend herêm tişta ku dixwast û daxwaz dikir bidest neanî jî, lê bi awayekî giştî ev yasaya budceyê li gel bingehên destûrê hevdigre ku em jî li ser vê rijd bûn. Em keyfxweşin bi vê pêşketina bidest hatiye ku maf û erkê her aliyekî hatiye diyar kirin.’’

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Hêvîdarim hemû madeyên yasaya budceyê bên bicîhanîn û hikûmeta federal, mafên darayî yên herêma Kurdistanê bişîne. Bicîhanîna temamê yasaya budceyê dibe sedemê çareseriya pirsgirêk û nakokiyên derbarê mafên darayî yên sala 2004ê ve heta naha, herwaha dibe sedemê pêşxistina mekanîzmaya nû ya bi hûrgilî di navbera dîwana çavdêriya darayî ya hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de. Ev pêngav jî bawerî û hemahengiya zêdetir di navbera herdu aliyan de dê ava bike.’’

Barzanî got: Min gel serokwezîrê hikûmeta federal birêz Mistefa Kazimî axivî û min spasiya wî kir bo piştevaniya wî ya li yasaya budceyê û min daxwaz jê kir ku pêbend be bi rêkeftinê û mafên darayî yên herêmê bişîne. Min diyar kir ku berjewendiya Iraqê û xelkê Iraqê di wê yekê de ye ku peyvendiyên baş li gel herêma Kurdistanê hebe. Herwaha li gel cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kak Qubad jî min axaft bo ku spasiya wî û tîma hikûmeta herêmê bikim ji ber bicîhanîna erkên xwe yên giring. Derbas kirina yasaya budce, hêviyeke bo baş kirina peyvendiyên navbera herêmê û hikûmeta federal. Herçend hîn lîsteyekî dirêj a pirsgirêkan û nakokiyên hatine cemidandin û nehatine çareser kirin mabe jî.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiyê de jî got: ‘’Hêvîdarim pejirandina yasaya budceyê alîkar be ji bo piştrastiya zêdetir bide jiyana welatiyên herêma Kurdistanê.’’

Top