• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya

Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya
behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.


Behsa diyaloga steratejî di navbera Amerîka û Îraqê de kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê balyozxaneya Amerîkayê John Taggart kir.

Di civînê de ku wezîrê pêşmerge, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û hijmareke rayedarên leşkerî yên her du aliyan jî têde beşdar bûn, şanda mêwan ji ber pejrandina proje bûdceya fedralî ya Îraqê ji aliyê parlementoya Îraqê ve pîrozbayî pêşkêşî Serokê herêma Kurdistanê kir û tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya hevpeymanan li gel hêzên pêşmerge kir û rola wezareta pêşmerge û hêzên pêşmerge jî di vê warî de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pejrandina proje bûdceya fedralî bi pêngaveke girîng wesif kir û tekez li ser xwesteka Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyên siyasî, abûrî û leşkerî li gel Îraq û Amerîkayê kir.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge û Kurdistanê kir ku, di şerê dijî DIŞIê de pêşkêş kiribû.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha behsa xwesteka Kurdistanê ya bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê kir û anî ziman ku kar kirina bi pergala fedralî kilîla çareseriya tevahiya kêşeyên heyiye li Îraqê.

Top