• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamentoya Kurdistanê: Heya parlamenterê Nifşê Nû lêborînê nexwaze nikare tevlî civînan bibe

Parlamentoya Kurdistanê: Heya parlamenterê Nifşê Nû lêborînê nexwaze nikare tevlî civînan bibe
Di civîna parlamentoya Kurdistanê ya îro de biryar hat dan ku heya Serokê Fraksyona Nifşê Nû, Kazim Faruq daxwaza lêborînê li parlamentoyê neke, rê bi wî neyê dan ku beşdariyê di civînên parlamentoyê de bike.

Parlamentoya Kurdistanê îro Çarşemê 31ê Adara 2021 demjimêr 11:00 berî nîvro civîna xwe destpê kir û beşeke civînê gotûbêjkirina projeyasaya parastina berhemên xwemalî bû, lê di civînê de alozî derket û Kazim Faruq pêlavên xwe avêt Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Bi wê sedemê, Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq, Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Kazim Faruq ji civînê der kir.

Piştî derkirina parlamenterê Nifşê Nû, di berdewamiya civîna parlamentoyê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq pêşniyarbiryarek derbarê axaftin û reftara Kazim Faruq da parlamenteran, ku têde reftara wî parlamenterê Nifşê Nû weke “bêrêzî li hember parlamentoyê” hat binavkirin û daxwaz hat kirin, ku divê ew parlamenter lêborîna xwe ji parlamentoyê bixwaze.

Ew pêşniyara Seroka Parlamentoya Kurdstanê bi dengê 73 parlamenteran hat pesendkirin û bû biryar ku li gor vê divê Serokê Fraksyona Nifşê Nû, Kazim Faruq daxwaza lêborînê li parlamentoyê bike.

Rêwaz Fayeq piştî pesendkirina biryarê got: “Me biryar da, heya wê dema ku parlamenterê navborî bi fermî daxwaza lêborînê li Parlamentoya Kurdistanê dike, ew beşdariyê di civînên Parlamentoya Kurdistanê de neke.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Rêwaz Fayeq diyar kir: “Em dixwazin raya giştî agahdar be ku parlamenterê navborî jibo ku nebe pehlevan, pêlavên xwe neavêtin desteya serokatiyê, lê belê avêtin pêşiya kursiyê xwe.”

Alozî çawan derket?

Serokê Fraksyona Nifşê Nû bernameya karê civîna parlamentoyê rexne kir û gazina wê yekê kir, ku diviyabû Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê behsa mûçe bike, ne mijareke din.

Kazim Faruq, di civîna parlamentoya Kurdistanê got, li gor maddeya 47 a destûrê, Serokatiya Parlamentoyê desthilata danan bernameya kar heye û got, “Niha hûn ji xelkê bipirsin pirsgirêka serek çi ye? dê bibêje, qûtkirina mûçe. Dema hikûmet tê parlamentoyê xwe dike mertal, nahêle em çar gotinan bikin, yekser dibêjin, `dema te xilas`. Em du deqeyan diaxivin, dibêjin, `dema we xilas.`”

Kazim Faruq di beşeke din a axaftina xwe de got, “Niha nirxê petrolê bilind bûye, dahata petrolê di mehekê de zêdetir ji 1 milyar dolar e. Mûçe ewqas naxwaze, nemaqûl e, qûtkirina mûçe ji %21 berdewam be.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq piştî wan gotinên Kazim Faruq ên li beramber Desteya Serokatiyê û rexneyên li hember bernameya karê îro, got, “Bernameya kar a vê rûniştinê gelek girîng e. Ez piştrast im kak Kazim nizane bernameya karê îro çi ye û nexwendiye. Desteya Serokatiya Parlamentoyê bernameya kar a îro daniye û ji bo parastina berhemên xwemalî ye.”

Piştre bi axaftin û gotinan alozî di navbera Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq û Serokê Fraksyona Nifşê Nû, Kazim Farûq de derket û Kazim Farûq pêlavên xwe avêt Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.

Seroka Parlamentoyê ku biryara derkirina Kazim Faruq da, li ser vê yekê got, “Eger ew pêlav bo min be, ez lêdiborim, lê dixwazim xelk wî nas bike.”

Rudaw
Top