• Monday, 01 July 2024
logo

Şêx Cefer li gel Konsulusê Tirkiyeyê civiya

Şêx Cefer li gel Konsulusê Tirkiyeyê civiya
behsa metirsiyên DIŞIê kirin.


Behsa çend mijaran kirin.


Duh Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karacay kir.
Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina Şingalê û cîhbicîh kirina rêkeftina han û çend mijarên din hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa metirsiyên DIŞIê hate kirin û Şêx Cefer Şêx Mistefa eşkere kir ku, hîn jî metirsiya DIŞIê li Îraqê heye bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, bo dabîn kirina ewlekariya wan deveran, pêdivî bi hemahengiya zêdetir ya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de heye.
Top