• Monday, 01 July 2024
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo ser sala Babilî Aşûrî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo ser sala Babilî Aşûrî
hêviya cejneke xweş bo wan dixwaze.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya ewe dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû bê ji bo dawî hatina wan êş û azarên ku li encama hizra tundiyê û terorê ji bo xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pêkhatiye.

Bi vê helkeftê de ji bo xuşk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dûpat dikim ku em hemû li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyê dane û li mirovbûnê da birayîn û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û pêwîste jî çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyan parastî bê û kûrtir bibê.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên xwe di aştî û aramî û dûrî pejik û nexweşiyê da pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

31.03.2021
Top