• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pergala fedralî li Îraqê, ji aliyê Bexdayê ve şaş tê bikaranîn

Nêçîrvan Barzanî: Pergala fedralî li Îraqê, ji aliyê Bexdayê ve şaş tê bikaranîn
dibêje Bexda pergala fedralî şaş fêm kiriye.
Di sêyem roja serdana xwe de li Parîsê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Fransayê roleke mezin di piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye di şerê li dijî DIŞIê û alîkariyên mirovî de. Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku serederiya Iraqê li gel Herêma Kurdistanê ne federalî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 31/03/2021, derbarê civînên duh a li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian, kongreyeke rojnamevaniyê saz kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir, di civîna duh de li gel Macron, her du alî hevra bûn li ser wê yekê ku gefa terorê metirsiyeke ciddî ye û got, Serokê Fransayê tekezî li ser wê kir ku ew amade ne alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin di çarçova civaka navdewletî de.

Serokê Herêma Kurdistanê di kongreya rojnamevanî de, li ser armanca serdana bo Fransayê û naveroka civînên li gel Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian ragihand, “Fransayê roleke mezin heye di meseleya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê de di şerê DIŞIê, alîkariya mirovî û palpiştiya siyasî de jî.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftinên xwe de behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin û got, “Ew şêweyê serederiya Bexdayê ya li gel Herêma Kurdistanê bi ti corek ne federalî ye û li cîhanê nîn e. Ev sîstem heta niha li Iraqê nehatiye bicihkirin. Herêma Kurdistanê ne sedema pirsgirêkan e, lê amade ye bo hevkariya pirsgirêkên din ên Iraqê. Em hêvîdar in ew reşnivîsa ku Hewlêr û Bexda li ser rêkeftibûn, deng li ser bê dayîn.”

Roja 5ê Adara îsal Papayê Vatîkanê Papa Francis serdaneke 3 rojî bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêk anîbû û li ser vê mijarê jî Nêçîrvan Barzanî got, “Serokê Fransayê pîrozbahî li Herêm û Iraqê kir bo wê serdana qedaseta Papa ji bo Iraqê û taybetî bo Herêma Kurdistanê. Diyar bû, hefteya berê bi rêya telefonê axivîne, gelek pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir, pîrozbahî li gelê Iraqê kir û wek serdaneke gelek serkeftî binav kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da ku mijara Sûriye û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, mijareke din a civînên duh bû.
Top