• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji ber erdekî pismamê xwe kuşt

Ji ber erdekî pismamê xwe kuşt
Li navçeya Xelata Bedlîsê ji ber erdekî di navbera 2 malbatên mirovên hev de şer derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Li gundê Kirkdonum ê navçeya Xelatê ji ber parvekirina erdî navbera du malbatêm pismamên hev de nîqaş derket.

Gundiyan navbeynkarî kirin û herdu malbat lihev hatin.

Lê şev seat 22.00ê dîsa herdû malbat bihev ketin.

Welatiyê bi navê N.K, gule berda pismamê xwe yê bi navê Cihan Kaplan.

Cihan Kaplan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û N.K û E.Kyê tevlî bûyerê bûne reviyan.

Cenazeyê Cihan Kaplan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.

Cenderme ji bo ku şer mezin nebe li gund bicî bûne.

Rudaw
Top