• Monday, 01 July 2024
logo

Gorran: Divê parlementerê YNKê bi fermî li nava parlementoyê daxwaza lêborînê bike

Gorran: Divê parlementerê YNKê bi fermî li nava parlementoyê daxwaza lêborînê bike
Endama Civata Giştî ya Goranê Nesrîn Cemal rexne li parlementerê YNKê girt û aşkere kir parlementerê YNKê bêrezî beramber jinan kiriye.

Endamê Civata Tevgera Goran Nesrîn Cemal ji BasNewsê re axivî û got dema parlementerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdisanê (YNK) Hawrê Mela Star, bêrêziyê beramber jinan dike, divê bifikiriya ku xuşka wî heye û jina wî heye û qisekirina wî ya beramber jinan gelekî ne di cîda bû. Nabe ew parlementer bêrêziyê beramber jinan bike. Çunke ew bi dengê xelkê bûye bi parlemantar, bêguman rêjeyekî dengderên wî jin bûne. Niha bi kîjan mafî bêrêziyê beramber jinan dike? Baştir e ku hemû jinên kurd bêdeng nebin û beramber wê bêrêziyê helwêsta wan hebe.’’

Herwiha Nesrîn Cemal da zanîn parlementerê YNKê Mela Star bêrêzî beramberî jinan kiriye û divê di civîna giştî ya parlementoyê de amade be û daxwaza lêborînê ji hemû jinan bike. Divû ew parlementer bi xwe daxwaza lêborînê bike û heger ew parlementer daxwaza lêborînê ji jinan neke wê derbarê wî de doz were vekirin.

Di berdewamiyê jî de Nesrîn Cema dibêje YNK xwe weke sosyal demokrat dizane. Lêbelê parlementerê wê bêrêziyê beramber jinan dike heta niha YNKê derbarê wê bêrêziyê de ti helwêst wernegirtiye.

Basnews
Top