• Monday, 01 July 2024
logo

Pîrozbahiya Serokê herêma Kurdistanê ya ji bo cejna Ekîto

Pîrozbahiya Serokê herêma Kurdistanê ya ji bo cejna Ekîto
hêviya bexteweriyê bo wan dixwaze.
Bi helkefta hatina cejna (Ekîto) serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, hêvîdarim ev helkeft bibê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê ji bo wan û hemû welatiyan.

Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem niştimanê pêkvejiyan, firehî, lêborînî, olî û neteweyî bûye û Krîstiyan jî pêkhateyekî resen û dêrînê vê ax û niştiman û kultûra fireh rengîne ku divê bi hemû awayekê biparêzîn û bihêz û xûrttir bikîn.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz bê û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir da li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn, me qeyran û tengasiyên xwe derbaskiribe û pejika Kovid – 19 û bandora wê li ser cîhan û mirovayetiyê de nemabê.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

31.03.2021
Top