• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Ekîto pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Ekîto pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya sersala nû ya Babilî, Aşûrî li hemû welatiyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi çend zimanan nivîsand: “Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”

Peyama pîrozbahiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya cejna Ekîto, serê sala nû ya Babilî, Aşûrî, pîrozbahiyê li xwişk û birayên me yên Kildan, Aşûrî, Siryanî yên li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”

K24
Top