• Monday, 01 July 2024
logo

Ahmet Turk: Em ne bêalternatîf in

Ahmet Turk: Em ne bêalternatîf in
Ahmet Turk got “Helbet girtina partiyan ji bo me giring e. Em ne bêalternatîf û neçar in, Em afirîner in. Ji ber ku em bawer dikin, têkoşîna gelê xwe didin, ez bawer dikim ku em ê biserkevin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta salvegera duyamîn ya hilbijartinên heremî yên 31 Adarê 2019an forumeke bi navê “Jo bo Îradeya Gelan Dadwerî” lidarxist .

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar û Ahmet Turk wek axaftvan beşdarî forumê bûn.

Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk yê ku li cihê wî qeyûm hatibû danîn got “Em xwediyê ramana siyasiyeke ku ne tenê ji bo azadiya Kurdan, ji bo azadiya hemû gelan têkoşînê destpêkiriyê ne. Îro jî yên ku vê qebûl nakin, di helwesta qedandina siyaseta Kurdan de ne. Hûn tev dizanin, parêzbendiya gelek hevalên me di rojevê de ye. Herî dawî jî li ser talîmatê di derbarê girtina partiya me de em bi dozek ku ji aliyê Serdozgerê Giştî yê Dadgeha Bilind ve hatî destpê kirin û îro li Dadgeha Destûrê tê nîqaş kirin re rû bi rû ne.”

Ahmet Turk diyar kur ew ji bo dadweriye hewl didin lê bi kesayetan daxwaziya dadweriya têr nake, divê bi civakê ji bo dadweriyê bikevin rê û wiha berdewam kir “eger em li dijî bêhiqûqiyê û guvaştinên li ser gelê Kurd berxwedana xwe wenda bikin, fatora wê ji bo pêşeroja me û zarokên me pir giran be.”

Hewrwiha Ahmet Turk amaje bi wê yekê kir ku ew jî dizanin ti sûda girtina partiyan tuneye, dixwazin gelê Kurd û yên ku ji demokrasiy bawer dikin biceribînin û wiha berdewam kir “helbet girtina partiyan ji bo me giring e. Em ne bêalternatîf û neçar in, Em afirîner in. Ji ber ku em bawer dikin, têkoşîna gelê xwe didin, ez bawer dikim ku em ê biserkevin.”

Piştî Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar dest bi axaftinê kir û got “2 sal berê di 31ê Adarê de hilbijartinên heremî pêk hatin û desthilatê têkçûneke giran wergirt. Aktora vê têkçûnê ya herî mezîn partiya me HDPe bû. Ti pêwîstî tine ku vê biveşêrin û mutewazî bin. Herkes dizane stratejiya ku me di hilbijartinên heremî de diyar kiribû hem îradeya gelê Kurd bi awayekî bi hêz derxist rastê hem jî rojavayê Tirkiyê da desthilatê da qedandin, ji hêzên demokrasiyê qadê vekir.”

Sancar dibêje ku doznameya girtina HDPê li avahiya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind hatiye amadekirin li navend giştî ya hevkarê desthilatê yê biçûk hatiye amadekirin û li koşkê ji hatiye temam kirin.

Sancar bang kir û got “Ez ji Mêrdînê bang li hemû bajarên Kurdan, bajarên ku Kurd lê dijîn dikim, îmkanên me hene, çara me heye hewqasê ku gelê me piştgiriya xwe berdewam bike.”

Herwiha Sancar di berdewamiya axaftina xwe de got “piştî 31ê Adarê pêla qeyûman hat. Du rewşên meseleya qeyûman hene. Şikandina îradeya gelê Kurd û gelê Kurd bi tevahî ji mijara siyasî derxînin. Dibêjin bila gelê Kurd qeder û pêşeroja vî welatî de nebe xwedî deng. Di pirsgirêka Kurd de aquveta desthilatên ku pişta xwe bi polîtîkayên şer ve girêdane em tev dizanin. Desthilatên û partiyên ku di pirsgirêka Kurd de tundî, guvaşê û zilmê kiriê îro li ser sergoyên dîrokê ne.”

Top