Mezlûm Ebdî: Pirsa Pêşmergeyên Roj li gorî Peymana Duhokê tê çareserkirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji medyaya ser bi Rêveberiya Xweser re axivî û bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) kir dest bi diyaloga yekrêziya kurdî bikin.
Mezlûm Ebdî diyar kir jî, ew û aliyê Amerîkî yên ku serperiştî û gerentoriya diyaloga yekrêziyê di navbera ENKS û PYNKê de dike, hîna li ser helwesta xwe ne û got: "Yekrêziya kurdî ji bo me mijareke stratejîk e û ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wî ya rêxistinkirina mala navxweyî gelekî girîng e."
Derbarê pirsa Pêşmergeyên Roj de, Fermandarê Giştî yê HSDê got: "Mijrên ku her du alî di ragihandinê hev din tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirandiye, bi taybet mijara leşkerî û Pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Duhokê de be.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û got: "Beriya niha me tekez kiribû ku diyaloga kurdî – kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye û nabe herdu ji hev werin cûdakirin.
K24