• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel wezîrê derve yê Franseyê civiya

Gulan Media March 31, 2021 Nûçe
Serokê herêmê li gel wezîrê derve yê Franseyê civiya
Nîvroya duh li gel Serokê Franseyê civiya bû.

Di çarçoveya serdana xwe y abo Franseyê de, îro danê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian civiya.

Di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê, rewşa deverê û Îraqê kirin.

Herwiha behsa çend mijarên din yên hevbeş di navbera her du aliyan de û şerê rûbirû bûna terorê jî hate kirin û wezîrê derve yê Franseyê piştîvaniya welat û hikûmetê xwe bo Kurdistanê dubare kir.

Weke tê zanîn duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Franseyê serdana vê welatî kiribû û îro danê nîvro li gel Macron civiya bû.

Biryare Nêçîrvan Barzanî piştî civîna xwe li gel Jean-Yves Le Drian serdana balyozxaneya Îraqê ya li Parîsê jî bike û sibê dawî bi serdana xwe bîne.
Top