• Monday, 01 July 2024
logo

Zêdetir ji 850 kes bi Koronayê ketin

Gulan Media March 31, 2021 Nûçe
Zêdetir ji 850 kes bi Koronayê ketin
7 welatiyên din jî canê xwe ji dest dane.
Hijmara berketiyan roj bi roj zêdetir dibe.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 860 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Dihukê hatiye tomarkirin ku 403 kese.

Herwiha di heman demê de 399 berketiyên berê jî baş bûne û 7 kes jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane ku 5 ji wan li Hewlêrê canê xwe ji dest dane.
Top