• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka: Em li ser diyaloga Kurdî Kurdî biîsrain

Gulan Media March 31, 2021 Nûçe
Amerîka: Em li ser diyaloga Kurdî Kurdî biîsrain
dibêje lazime kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin.
Dibêje hevkariya me berdewam dibe.

Cîgirê nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê, David Brownstein derbarê prosesa diyaloga navbera TEVDEM û ENKSê de yaku sala derbasbûyî destpê kiribû û jiber hin sedeman hatibû rawestandin, ragihand ku Amerîka bi îsrare li ser domandina diyaloga han û bo destpê kirina diyalogê her cure hevkariyek pêşkêşî aliyên têkildar dike.

David Brownstein diyar kiriye ku lazime aliyên Kurdî li Sûriyeyê kêşe û arîşeyên xwe ne bi rêya çapemeniyê û daxuyaniyan çareser bikin belku lazime bi rêya diyalog û jihev fêm kirinê kêşeyên xwe çareser bikin.

Weke tê zanîn duhê jî Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî gotibû ku lazime di wan rojan de prosesa diyalogê dubare destpê bike.
Top