• Sunday, 28 July 2024
logo

Di 6 mehan de tenê nexweşekî AIDSê li Kurdistanê hatiye dîtin

Di 6 mehan de tenê nexweşekî AIDSê li Kurdistanê hatiye dîtin
Hat zanîn ku di heyama 6 mehên borî de tenê yek nexweşiya vîrûsî ya bi navê “AIDS” li Herêma Kurdistanê hatiye dîtin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re got, ji destpêka salê de heta niha tenê yek nexweşiya AIDSê hatiye tomarkirin.

Dr. Xalis Qadir da zanîn ku yekemîn nexweşiya ADISê li Kurdistana Başûr, sala 1986ê hatibû dîtin û tomarkirin û got, ji wê demê ve heta niha 29 kesan nexweşiya AIDSê girtine ku 5 ji wan mirine û 24 nexweşên din jî tên dermankirin.

Nexweşiya AIDS, nexweşiyeke metirsîdar e û herî zêde bi rêya xwînê û peywendiyên cinsî peyda dibe û tê veguhestin.

Basnews
Top