• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Macron Civiyan

Gulan Media March 31, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Macron Civiyan
behsa têkiliyên du alî kirine.


Zêdetir ji seatek dom kir.

Duh di çarçoveya serdana xwe ya bo Franseyê de, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê li gel Serokê Franseyê Emmanuel Macron civiya.

Di civînê de ku zêdetir ji seatekî dom kiriye, de her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê, rewşa Îraq û deverê bi giştî û metirsiyên terorê kirine.

Piştî bi dawî hatina civînê jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û nivîsand: Gelek kêfxweş bûm bi hevdîtina li gel hevalê xwe Macron, di civînê de me behsa têkiliyên navbera her du aliyan kir û min jî spasiya Franseyê kir jiber hevkariyên ku pêşkêşî Kurdistanê kirine.
Top