• Monday, 01 July 2024
logo

Elî Dolemerî: Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek giring li koşka Elyseeyê

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Elî Dolemerî: Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek giring li koşka Elyseeyê
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, Elî Dolemerî ji Rûdawê re ragihand, di navbera Herêma Kurdistanê û Koşka Komarî ya Fransayê de pêwendiyeke bihêz heye û got, “Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek giring di Koşka Elyseeyê, koşka Serokatiya Fransayê de.”

Elî Dolemerî diyar kir, xîm û bingeha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koşka Elyseeyê vedigere bo sala 2010an ku serokê wê demê yê Fransayê Nicola Sarokzy di 15 Hezîrana wê sale de pêşwazî li serok Barzanî kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê li Parîsê diyar kir, “ev cara dehan e ku civîn di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û koşka komarî ya Fransayê de tê sazkirin, ew jî gelek giring e ku niha dosyeya Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek giring li koşka komarî ya Fransayê.”

Elî Dolemerî herwiha dibêje, tevî belavbûna vîrusa Coronayê, Emmanuel Macorn, Nêçîrvan Barzanî vexwande Parîsê, ew dê çend pirsên girêdayî navçeyê gotûbêj bikin û tekez kir, “îro hem Iraq û hem Herêma Kurdistanê jibo Fransayê gelek giring in.”

Têkildarî giringiya civîn û hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Fransa dizane bêyî Herêma Kurdistanê aştewayî li Iraq û navçeyê bicî nabe, ji ber ku Herêma Kurdistanê rolek giring li Iraq û navçeyê dibîne. Fransa dixwaze rola xwe ya dîrokî li Iraqê û Sûriyê vegerîne, ji ber wê yekê jî pêwîstiya wê bi rola Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî heye, ku dikare alîkar be ji Fransa re daku bikare hin pirsgirêkên xwe yên ku li Iraqê hene, çareser bike.”

Bi gotina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê, Fransa ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve pêwendiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û dixwaze wan pêwendiyan pêş bixe. Dolemerî diyar kir, “Fransa dixwaze beşdariyê di avedankirina wan navçeyan de bike ku di bin destê DAIŞê de wêran bibûn. Niha jî li Şingalê dest bi avakirina nexweşxaneyekê kiriye.”

Elî Dolemerî behsa wê yekê jî kir, ku DAIŞ di warê leşkerî de şikestiye, lê îdeolojiya wê her maye û Fransa jî dixwaze alîkar be di kêmkirin û nehêlana wê îdeolojiya tundrew de.

Êvara Duşemê 29ê Adara 2021an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Parîs a paytexta Fransayê û biryar wiha ye li gel serokomarê wî welatî Emmanuel Macron bicive.

Rudaw
Top