• Monday, 01 July 2024
logo

Fermandarekî Heşdî Şebî li Samerra hat kuştin

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Fermandarekî Heşdî Şebî li Samerra hat kuştin
roja duşemê fermandarekî milîsên Heşdî Şabî li bajarê Semerra yê Bexdayê hat kuştin.

Desteya Heşdî Şabî di daxuyaniyekê de nûçeya kuştina Fermandarê Lîwayê 314an Hesen Xelîfe Esedî û serbazekî din ê bi navê Rasim Hicamî ragihand. Heşdî Şabî da zanîn ew li Semerrayê di encama rûbirûbûna ligel DAIŞê hatine kuştin.

Cihê behsê ye tevgera DAIŞê li bakurê Bexdayê û gelek deverên din ê Iraqê zêde bûne û rojane êrîşî Heşdî Şabî dikin.

Basnews
Top