Fermandarekî Heşdî Şebî li Samerra hat kuştin
![Fermandarekî Heşdî Şebî li Samerra hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/254c7da04b198fc9f357faa419aae743_L.jpg )
Desteya Heşdî Şabî di daxuyaniyekê de nûçeya kuştina Fermandarê Lîwayê 314an Hesen Xelîfe Esedî û serbazekî din ê bi navê Rasim Hicamî ragihand. Heşdî Şabî da zanîn ew li Semerrayê di encama rûbirûbûna ligel DAIŞê hatine kuştin.
Cihê behsê ye tevgera DAIŞê li bakurê Bexdayê û gelek deverên din ê Iraqê zêde bûne û rojane êrîşî Heşdî Şabî dikin.
Basnews