• Monday, 01 July 2024
logo

Ispaniya navendeke girîng ya Bazirganî li Hewlêrê vedike

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Ispaniya navendeke girîng ya Bazirganî li Hewlêrê vedike
Îspaniya jî têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike.
Balyozê Îspaniyayê serdana Parêzgarê Hewlêrê kir.

Duh balyozê Îspaniyayê yê li Bexdayê Hansi Escobar serdana civata parêzgeha Hewlêrê kir û li gel Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav civiya.

Di civînê de giftûgo li ser çend mijaran hate kirin û behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îspaniyayê hate kirin û her du alî tekez li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyên du alî kirin.

Her di heman civînê de balyozê Îspaniyayê Hansi Escobar diyar kir ku, Îspaniya gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê û liwir derfetên hêlbirînê gelek zêdene lewre Îspaniya biryar daye di demeke nêz de navendeke girîng û mezin ya bazirganî li Hewlêrê veke.
Top