• Monday, 01 July 2024
logo

Li Pirdê sê mûşek ber bi sengerên Pêşmerge ve hatin avêtin

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Li Pirdê sê mûşek ber bi sengerên Pêşmerge ve hatin avêtin
Li sînorê nahiya Pirdê, sê mûşek ber bi sengerên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve hatin avêtin.

Berpirsê Liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand; îşev li Pirdê sê mûşek ber bi sengerên Pêşmergeyê Kurdistanê hatin avêtin.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama êrîşa mûşekî de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Hêzên Pêşmerge yên li Pirdê jî ji K24ê re diyar kirin ku armanca mûşekbaranên bi vî rengî, ji bo têkbirina wê nêzîkbûnê ye ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatiye li ser para Herêmê ya di projeyasaya budceyê de.

K24
Top