• Monday, 01 July 2024
logo

Latîf Epozdemîr: Divê Kurdên xwediyê ruhê millî di bin sîwanekî de bin

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Latîf Epozdemîr: Divê Kurdên xwediyê ruhê millî di bin sîwanekî de bin
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr “Divê Kurdên xwediyê ruhê millî hemû di bin sîwanekî de bin, bi hevre xwedî bernameyekî hevbeş bin û bihevre bikaribin gavan biavêjin.”

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê Latîf Epozdemîr di derbarê hilbijartineke pêşwext, egera tifaqekî Kurdistanî û girtina HDPê de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak da.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr di derbarê hilbijartineke pêşwext de got “Ez ne bawerîm li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext çêbibe ji ber ku hilbijartineke pêşxwext hinek zehmet e. Eger hilbijartineke pêşwext çêbibe mixabin niha em ne amadene lê em hewl didin xwe bigihînin hilbijartinan. Ji bo beşdarbûna hilbijartinan HAK-PAR nîvenîv karên xwe çareser kiriye.

Em hewl didin di wexteke nêzik de karê temam bikin, ji bo Kurdan navnîşanekî ava bikin û berê hilbijêrên Kurdan vegerînin ser rêxistineke wisa ku ji Kurdan re statuyek dixwaze û rêxistineke millî ye ku di hilbijartinan de bikaribin dengê xwe bidin rêxistina xwe.”

Epozdemîr li ser egera tevlêbûna tifaqekî jî got “Li Tirkiyê rastiyek heye, niha ber hene yek Komarî ya din jî Millet ku yek ji wen li ser desthilatê ye û ya din jî opozîsyon e. Kurd ne mecbûr in bereyan yekî hilbijêrin, ji ber ku ew herdû tifaq jî ji bo Kurdan ti statuyek naxwazin.”

Herwiha Epozdemîr ji bo tifaqa di navbera Kurdan de jî wiha got “ji bo tifaqa di navbera Kurdan de jî rojeva HAK-PARê ji wan partiyên Kurdistanî din hinek cudaye. Em wek HAK-PARê di vê serdemê de du tişt dikin. Yek jê ew e ku ev 40 sal in aîdiyeta Kurdan li Bakurê Kurdistanê xirab bûye. Bi xebata temsiliyeta dewlet û PKKê, Kurd ji aîdiyeta xwe dûr ketine. Divê em vê aîdiyêtê paşve vegerînin ruhekî millî.

Ya dudyan û ya herî girîng ew e wek HAK-PARê divê em berê hilbijêrên Kurd ji wan partên ku ji bo Kurdan ti statuyekî naxwazin vegerînin ser rêyekî millî. Ev rojev mixabin di roveja biraderên din de tunin. Eger em li ser vê rojevê li hev bikin, dibe ku ew sîwan fireh bibe.

Ya herî baş ew e ku Kurdên xwediyê ruhê millî hemû di bin sîwanekî de bin, bi hevre xwedî bernameyekî hevbeş bin û bihevre bikaribin gavan biavêjin.”

Di derbarê girtina HDPê de Lafîf Epozdemîr nêrînên xwe wiha anî ziman “Wek HAK-PARê bi ti şêweyekî em qebûl nakin, girtina HDPê tiştekî gelek xeter û xelet e.”

Herwiha li ser egera girtina HDPê û cîh girtina di nav HAK-PARê de jî Epozdemîr dibêje “Eger serlêdanek hebe û li dora bernameyeke millî û demokratîk lihev bikin, deriyê me ji herkesî re vekiriye.”

Rudaw
Top