• Monday, 01 July 2024
logo

Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mirina penaberên kurd li Kurwatiya peyamek belav kir

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mirina penaberên kurd li Kurwatiya peyamek belav kir
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mirina komek penaberên kurd li Kurwatiya peyamek belav kir.

Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandiye, mixabin li Kurwatiya di rûdaneka tirafîkê de 4 penaberên kurd yên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û komek penaber jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew sersaxiyê didin malbat û mirovên wan penaberan û hêviya başbûna acîl jî bo birîndaran dixwazin.

Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî daye zanîn jî, bi fermana Serokwezîr, termên wan penaberan destpêkê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin û paşê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê tên kirin û li wir tên veşartin.

Roja 22 Adara îsal di rûdaneka tirafîkê de li welatê Kurwatiya, 4 penaberên kurd yên Rojavayê Kurdistanê miribûn û 24 penaber jî birîndar bibûn.

Basnews
Top