• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li Parîsê ye

Gulan Media March 30, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li Parîsê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Parîsê û biryar e sibe Sêşemê ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê bicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, gihîşt paytexta Fransa bajarê Parîs û sibe Sêşemê 30ê Adara 2021an li Koşka Elyseeyê li Parîsê ligel Macron dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ragihandibû, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Di serdema Macron de peywendiyên Fransa û Kurdistanê




Peywendiyeke dîrokî ya Kurdistanê û Fransayê heye.

Li ser asta Civaka Navdewletî Fransa welatekî bi bandore, yek ji 5 endamên herdemî yên Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di NATO û Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên din de, xwedî pêgeheke bihêz e. Derbarê rewşa Kurdan jî Fransayê piştgireke mezin li Kurdan kiriye , di 15 salên borî de jî, pêwendiyên navbera Parîs û Hewlêrê, di bihêzbûna berdewam de bûn.

Fransayê ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê biryar da firotina çekan bo Tirkiyê rawestîne. Dema Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, Serokê Fransayê Emmanuel Macron nameyeke taybet ji Nêçîrvan Barzanî re şand, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Emmanuel Macron ji Nêçîrvan Barzanî re gotibû, ez piştrast im ezmûna te di berpirsyariyan de û hestên te ji bo dewletmedariyê, dibin hevkarin ji bo bicîhanîna wî erkê nû, Fransa bi her awahî piştgiriya te dike

Piştî giştpirsiya taybet bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê, di 25ê Îlona 2017an de, guşareke mezin li ser Herêma Kurdistanê dirust bû, çi ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, çi jî ji aliyê welatên navçeyê ve.

Lê careke din Fransa, bi cidî, hate ser hêlê û di dema pêşwazîkirina xwe de, li Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê, li Koşka Îlîzê, Emmanuel Macron, serokê Fransayê tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û bi pêwîst dît ku diyalog di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi zûtirîn dem, destpê bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron gotibû: “Hêvîdar im ev diyaloga niştimanî ya erênî zû destpê bike û Fransa jî hemû karan dike ji bo ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê bê parastin û di wê çarçoveyê de jî, bi tevayî li Kurdan û mafên wan mikurhatin bê kirin.”

Sala 2008 konsulxaneya Fransayê li Herêma Kurdistanê hate vekirin. Tebaxa 2014 Serokatiya Fransayê ragihand ku ew zû çekan digihîne destê Pêşmergeyan. Fransa alîkariya leşkerî û mirovî şande Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top