• Monday, 01 July 2024
logo

Muqteda Sedir acize

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Muqteda Sedir acize
dibêje lazime jiber xelkê bûdce were pejrandin.
Dibêje jiber nakokiyan Parlemen nikarî bûdce pesend bike.

Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye û dilgiraniya xwe li hember nepejrandina bûdceyê diyar kiriye.

Sedir di peyama xwe de nivîsandiye, careke din Parlementoya Îraqê jiber nakokiyên heyî yên di navbera aliyên siyasî de nikarî bûdceya fedralî y abo 2021an bipejrîne.

Sedir nivîsandiye: Nûnerên aliyên siyasî û Parlementerên xelkê, di mijara bûdceyê de rewşa tirajîk yaku gelê Îraqê têde dijî, jibîr kirine.

Nav hatî daxwaz ji tevahiya parlementeran kiriye daku nakokiyan bixin aliyekê û proje bûdceyê bipejrînin.

Weke tê zanîn duhê biryar bû civînek bo dengdan li ser proje bûdceyê were lidarxistin lê civîn bêencam bû û tenê komîteya darayî ya Parlementoyê xala 11mîn ya proje bûdceyê ku taybete bi para Kurdistanê pejrandiye.
Top