• Monday, 01 July 2024
logo

Zêdetir ji 900 kesên din bi koronayê ketin

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Zêdetir ji 900 kesên din bi koronayê ketin
11 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Nêzî 300 kes jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 926 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêr û Silêmanî hatiye tomarkirin ku 348 û 335 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 298 berketiyên berê jî baş bûne û 11 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Top