• Monday, 01 July 2024
logo

Pisporekî leşkerî: PKK bi salane şer dike û ti tiştek jî bidest neaniye

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Pisporekî leşkerî: PKK bi salane şer dike û ti tiştek jî bidest neaniye
Pispor û şarazayê leşkerî Lîwa Mihemed Hemewendî ji BasNewsê re ragehand, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi salane xebata çekdarî dike, lê di wê heyama dûr û dirêj de wê partiyê derveyî şikest û ziyanên mezin ti destkeftek bidest nexistiye.

Lîwa Mihemed Hemewendî dibêje ya baş ew e PKK dest ji çek berde û dest bi xebata siyasî û sivîl bike. Ji ber naha PKK rastî krîza aborî û erdnîgarî ya mezin hatiye.

Wî fermandarê şarazayê leşkerî ragehand, PKK çalakî û kiryarên leşkerî li herêma Kurdistanê dike û artêşa Tirkiyê jî ji ber çalakiyên PKKê sînorê herêma Kurdistanê bombebaran dike, bi vê jî PKK zererekî mezin li xelkê herêma Kurdistanê dike.

Lîwa Mihemed Hemewendî got, herêma Kurdistanê herî kêm aram e bo kurdên hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî û PKK bi anîna şer bo vî beşê Kurdistanê ve jî xeletiyek mezin dike.

Basnews
Top