• Monday, 01 July 2024
logo

Li Babê di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de şerekî dijwar derket

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Li Babê di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de şerekî dijwar derket
Li rojavayê bajarê Babê di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şerekî dijwar derket.

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî li herêma Babê ku dikeve rojhilatê Helebê, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şervanên Kurd û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li rojavayê bajarê Babê pêgehên hev li ser xeta rûbirûbûnê kirin armanc.

Her li gor heman çavkaniyên xwecihî di encamê de şer û pevçûnên dijar di navbera aliyan de rû dan.

Herwiha heta niha ti zanyarî derbarê encam û zirar û ziyanên şer û pevçûnan de nehatine eşkerekirin.

Bajarê Babê roja 24/02/2017 ku di destê DAIŞê de bû piştî 2 meh ji operasyoneke berfireh ketibû destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Li wê deverê û gundewarên Helebê nav bi nav di navbera hêzên Kurdî û çekdarên ser bi Tirkiyê ve şer û pevçûn rû didin.

Berî çend rojan jî li bakurê Helebê şer û pevçûna dijwar di navbera şervanên YPG û grûpên çekdar de derketibûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên cor bi cor êrîşî çend pêgehên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê yên li Mihwerê Izaz-Kefer Xaşir kiribûn armanc.

Li gor çavkaniyên xwecihî di encama wan pevçûnan de ziyaneke mezin gihîşt grûpên çekdar.

Rudaw
Top