• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan dike xwe biparêzin

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan dike xwe biparêzin
dibêje bila parêzgar jî rêkarên nû cîhbicîh bikin.
Dibêje deskeftên rûbirû bûna Koronayê di metirsiyê dene.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan kiriye û daxwaz kiriye xwe û malbetên xwe biparêzin, ew naveroka peyama Serokwezîre.

Bilind bûna bilez ya hijmara pêketiyên Koronayê li herêma Kurdistanê de, cîhê dilgiraniyê ye, di vê rewşa hesas de daxwaz ji her çar Parêzgarên Kurdistanê dikim ku berpirsiyartiya xwe li hember xelkê bizanin û tevahiya rêkarên nû cîhbicîh bikin.

Niha dem ne dema siyaset kirinê ye, kerta tendirostiya me dîsa li berdem cerbandinê deye, metirsiya mirinê li ser jiyana welatiyan zêde bûye, ev pêkeftinên ku di wan demên dawî de di warê rûbirû bûna Koronayê de hatin bidestxistin niha di nava metirsiyê dene.

Kurdistanî li hember xwe û malbetên xwe xwedan berpirsiyartiyên hevbeşin, daxwaz ji we dikim, di nava cîhên giştî û girseyî de masik girê bidin, destên xwe bişon û xwe ji qerebalixî û civînan bidûr bigirin.
Top