Rapirsiyek li ser nêrîna dengderên Kurd derbarê doza girtina HDPê de!
Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk, derbarê doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu, li 11 bajaran lêkolîneke meydanî û rapirsiyek encam da.
Ew rapirsiya derbarê girtina HDPê de, li bajarên Amed, Ruha, Êlih, Mêrdîn, Wan, Qers, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê, di navbera rojên 18-21ê Adara îsal li gel hezar û 20 malbatan bi şêweyê rûbirû birêve çû.
Di rapirsiyê de pêşiyê pirsa “Hûn hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu çawa dibînin?” arasteyî beşdaran hat kirin.
Ji %33.5ê beşdaran ew biryara dijî Gergerlîoglu wek “derbeyek li dijî îradeya siyasî”, ji 28.3ê beşdaran wek “kiryareke encama tifaqa AKP-MHPê”, ji %22.6ê beşdaran wek “encameke neçar a proseya yasayî” û ji % 15.1ê xelkê jî wek “biryarek e ku berî proseya yasayî biçe serî” binav kirin.
Li gor bersivên bo vê pirsê, bi giştî %73.9ê beşdaran hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu wek “encama proseya yasayî” nabînin.
Rapirsî li 11 bajarên Kurdan birêve çû
Li gor rapirsiyê, ji %54ê dengderên AKPê, ji %63ê dengderên MHPê, ji %65ê dengderên HUDA PARê û ji %50 dengderên Partiya Saadetê yên li wan bajarên Kurdan biryara derbarê Gergerlîoglu de wek “encama proseya yasayî” binav kirine.
Lê ji %43.1ê dengderên HDPê, ji %36.4 dengderên CHPê û ji %40.5 dengderên IYI Partiyê ew biryar wek “derbeyek li dijî îradeya siyasî” pênase kirin.
Pirseke din a ku di çarçova wê rapirsiyê de arasteyî dengderên partiyên siyasî hat kirin li wan 11 bajarên Bakurê Kurdistanê, doza girtinê ya li dijî HDPê bû.
Ji %71.8ê beşdarên rapirsiyê ev wek biryareke “neyînî” (%49.6 “gelek neyînî”, %22.2 “neyînî”) binav kirin û ji %12.3ê beşdaran jî (%6.6 “erênî” û %5.7 “gelek erênî”) ew biryar wek “erênî” binav kirin.
Ji %30ê dengderên AKP, ji %67.3 dengderên CHPê, ji %94.6 dengderên HDPê, ji %18.5 dengderên MHPê, ji %25 dengderên HUDA PARê û ji %59.4 dengderên IYI Partiyê û ji %50ê dengderên Partiya Saadetê, doza girtinê ya li dijî HDPê wek “neyînî” binav kirine.
Herwiha ji %62.1 ji ciwanên ku dê bo cara yekem di hilbijartinên bê de dengên xwe bidin, doza li dijî HDPê, wek biryareke di cih de nabînin.
Rapirsî li gel hezar û 20 malbatan bi şêwazê rûbirû hat kirin
Li gor encamên vê rapirsî û lêkolînê jî diyar dibe ku xelk doza li dijî HDPê ne wek dozeke yasayî, lê weke biryar û dozeke bi mebestên siyasî, dibînin.
Pirsek din jî li ser encamên egera girtina HDPê arasteyî beşdaran hat kirin û li gor encaman, ji %36.8ê beşdaran diyar kirine “demokrasiya Tirkiyê dê birîndar bibe”, ji %13.1 “derbe dê li hewlên çareserkirina Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz bikeve”, ji %12.8 “dê rewşa Tirkiyê aloztir bibe”, ji %11.5 “cudabûna hestyarî li cem Kurdan dê kûrtir bibe” û ji %9.1ê beşdaran jî diyar kirine ku “temsîla siyasî ya Kurdan dê lawaz bibe.”
Beşeke beşdaran di wê baweriyê de ne ku divê HDP bi navekî din berdewam be
Derbarê duyem encama girîng a egera girtina HDPê jî ji %25.9ê beşdaran gotin, “cudabûna hestyarî li cem Kurdan dê kûrtir bibe” ji %16.8ê beşdaran gotin “temsîla siyasî ya Kurdan dê lawaz bibe” û ji %16ê beşdaran jî diyar kirine “dê derbe liu hewlên çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz bikeve.”
Herwiha pirsa “Li gor we li hember hewldana girtinê divê HDP çi bike?” jî arasteyî beşdaran hatiye kirin û ji %39.8ê xelkê gotin “divê li benda encamê bimîne û li gor wê helwesta xwe diyar bike”, ji %15ê xelkê gotin “bêyî ku li benda encamê bimîne, bila xwe belav bike û bi navekî din berdewam be” û ji %10.4ê xelkê jî diyar kirin ku divê HDP “li qada navdewletî rayeke giştî” pêk bîne.
Rudaw