• Monday, 01 July 2024
logo

Li Duhokê jineke ducanî ya 23 salî bi Coronayê jiyana xwe ji dest da

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Li Duhokê jineke ducanî ya 23 salî bi Coronayê jiyana xwe ji dest da
Li nexweşxaneyeke taybet bi nexweşên vîrusa Coronayê li bajarê Duhokê, jineke ducanî ya temen 23 salî ku çar roj bû bi vîrusa Covid-19 ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, ew jina ducanî ya 23 salî şeva bihorî ji ber xirabbûna rewşa wê ya tendirustiyê jiyana xwe ji dest daye.

Nasir Elî diyar kir, di çend rojên bihorî de amarên pêketina bi vîrusa Coronayê li parêzgehên Herêma Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve bûne û niha jî nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Duhokê tijî nexweşên Coronayê bûne.

Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Şewatê ya Duhokê, Omêd Ehmed jî ji Rûdawê re ragihand: “Nexweşxaneyên me tijî nexweşên coronayê bûne, du beşên me hene ku nêzîkî 34 nexweş têde ne, hatina nexweşan jî berdewam e û em dişînin nexweşxaneyên din û beşa çavdêriya hûr jî tijî nexweş bûye.”

Omêd Ehmed daxwaz ji xelkê dike, alîkar bin û xwe biparêzin. Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Şewatê ya Duhokê dibêje: “Em nikarin xizmeta wan hemû nexweşan bikin, eger hejmar kêmtir be, em dikarin xizmeteke baş ji wan re pêşkêş bikin. Mixabin tenê li Kurdistanê ev yek tê dîtin ku xelkek serdana nexweşên Coronayê dikin, lê li welatên din xelk serdana nexweşên asayî jî nakin.”

Têkildarî nexweşên coronayê jî, Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Şewatê ya Duhokê destnîşan kir: “Ji hemû temenan nexweş hene, hem genc û hem pîr, di nava wan de hin kes hene ku ti nexweşiyeke wan jî tune ye, wate ne merc e ku ew pêketiyên han nexweşiya şekir û tansiyonê bi wan re hebe.”

Rudaw
Top