• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê 2 bira di nav Zabê de xeniqîn

Li Hewlêrê 2 bira di nav Zabê de xeniqîn
Li Hewlêrê 2 bira li Çemê Zabê Mezin noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebirê Bajarokê Kewirgusk ê girêdayî Hewlêrê,Cemal Ehmed ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro 3 bira li bajarokê Kewirguskê bo melevaniyê diçin nav Çemê Zabê Mezin û dikevin bin avê.

Cemal Ehmed got: “Ew her sê bira temenê wan di navbera 16 heta 18 saliyê de ne û berî banga êvarî û fitarê bo melevaniyê çûne nêzîkî kargeha berhemanîna xîz û xewlî ya li ser Çemê Zabê Mezin, lê belê noqî avê dibin.”

Ehmed tekez kir, ku di encamê de 2 bira xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan û birayek jî ji mirinê filitî û rizgar bû.

Rêvebirê Bajarokê Kewirguskê ew yek jî da xuyakirin, ku tîmên hawarçûnê û melevan niha mijûlî dîtine cenazeyên her du birayên xeniqî ne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, navê wan her du birayên xeniqî Haris Loqman û Cemîl Loqman e û li ser Çemê Zabê Mezin û li beramber gudê Benînan xeniqîne û heta niha jî cenazeyên wan nehatiye dîtin.

Bajarokê Kewigusk ser bi navçeya Xebat a li parêzgeha Hewlêrê ye û hejmara rûniştvanên wê derdora 20 hezar kesî dibe. Li Kwirguskê kampeke koçberên Rojavayê Kurdistanê jî heye ku nêzîkî 15 hezar kes li wir dijîn.

Rudaw
Top