• Monday, 01 July 2024
logo

Salîhî: Rola rêxistina me di hilweşandina biryara alaya Kurdistanê de hebû

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Salîhî: Rola rêxistina me di hilweşandina biryara alaya Kurdistanê de hebû
Serokê berê yê Bereya Tirkmenî Erşed Salihî dibêje, rola rêxistina wan di hilweşandina biryara bilindkirina alaya Kurdistanê û referandûmê de hebû.

Erşed Salîhî duh, 28/03/2021, di civîna partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û behsa biryara bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê û qonaxa piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir.

Di wê gotarê de Serokê berê yê Bereya Tirkmenî amaje bi rola rêxistina xwe kir di cîbicînekirina wê biryarê di heyama derbasbûyî de û careke din dijayetiya xwe li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan da.

Salîhî di gotara xwe de got, “Çend sal berî niha biryarek ji aliyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve hat derxistin û ragihandin ku alaya Kurd, alaya fermî ye. Lê îro hûn bi fermî dibînin ka ew biryar gihişt ku derê. Helwesta gelê me, hebûna gelê me, xwesteka gelê me di hilweşandina referandûmê û nîşana wê ku ew al fermî nîne; herwiha em agahdar in ji anîna yasaya hikûmetê bo vê derê, di vê navendê de gelê me û rêxistinên me, bi taybetî jî Bereya Tirkmenî roleke mezin hebû.”

Komîteya Rêveber a Bereya Tirkmenî ya Iraqê duh, 28/03/2021, bi serokatiya Erşed Salîhî civîneke taybet li baregeha fermî ya wê partiyê li Kerkûkê rêk xist. Civîn taybet bû bi guhertina di postên serokatiyê de ku wek ew dibêjin, ji bo dayîna derfetê bi endamên ciwan bo wergirtina berpirsyariya zêdetir di nav hizbê de.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Erşed Salîhî dest ji serokatiya Bereya Tirkmenî berda, lê dê berdewam be wek serokê fraksiyona wê partiyê li parlamentoya Iraqê.

Di wê civînê de bi dengên endamên Komîteya Rêveber a Bereya Tirkmenî biryar hat dayîn, Hesen Turan ku cîgirê serok bû, bibe Serokê Bereya Tirkmenî.

Bereya Tirkmenî ya Iraqê roja 24ê Nîsana 1995an li Hewlêrê hat damezrandin. Kongreya yekem sala 1997an li Hewlêrê saz kir û heta niha 6 kongre rêk xistine ku 2 li Hewlêrê û 4 kongre jî li Kerkûkê bûne. Erşed Salîhî 7emîn Serokê Bereya Tirkmenî bû.

Roja 28ê Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku dê wê demê Necmedîn Kerîm parêzgar bû, biryar da alaya Kurdistanê li hemû dam û dezgehên fermî yên li Kerkûkê bê bilindkirin.

Roja 25ê Îlona 2017an jî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve çû ku Kerkûk jî li xwe girtibû û li wî bajarî jî sindoq hatibûn danîn ku xelk biryarê li ser diyarkirina çarenivîsa xwe bide.

Lêbelê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bajarê Kerkûkê ketibû destê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî û alaya Kurdistanê li saziyên fermî hatibû rakirin.

Rudaw
Top