• Monday, 01 July 2024
logo

Îraqê bo cara dawî dem bo PKKê diyar kir

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Îraqê bo cara dawî dem bo PKKê diyar kir
lazime heta dawiya vê mehê ji Şingalê derkeve.
Lazime heta dawiya vê mehê ji Şingalê vekêşe.

Nunerên her du wezaretên pêşmerge û wezareta navxwe ya Kurdistanê di odeya operasiyonên hevbeş ya Îraqê de ragihandin ku odeya operasiyonên hevbeş ya Îraqê bo derketina PKKê ji Şingalê bo cara dawî dem bo PKKê diyar kiriye.

Li gor odeya operasiyonên hevbeş, Îraqê heta dawiya meha Adarê dem daye PKK û çekdarên ser bi PKKê ku ji Şingalê derkevin.

Odeya operasiyonên hevbeş herwiha diyar kiriye ku ev cara dawiye ku dem bo PKKê tê diyarkirin û lazime PKK derkeve û rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin lê heşda şebî ku li Şingalê ye piştîvaniya PKK dike lewre PKK heta niha ti gav ne avêtiye.
Top