• Monday, 01 July 2024
logo

Êrîşî ser hevpeymanan hate kirin

Gulan Media March 29, 2021 Nûçe
Êrîşî ser hevpeymanan hate kirin
teqîn li ser rêya Babîlê çê bûye.
Bombeyek bi karwaneke wan de teqiyaye.

Îro duşem danê sibê li ser rêya Parêzgeha Babîlê ya li Başûrê Bexdayê bi rêya teqandine bombeyeke vedayî dîsa êrîşî ser hêzên hevpeymanan hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest di dema derbasbûna karwaneke hêzên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞI li ser rêya parêzgeha Babîlê, bombeyeke vedayî bi karwana han re hatiye teqadinin.

Derbarê zirarên teqînê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn piştî bi dawî hatina şerê dijî DIŞIê, komên çekdar li Îraqê dest bi êrîş kirine ser hêzên hevpeymaniya cîhanî kirine.
Top