• Monday, 01 July 2024
logo

“Li Herêma Kurdistanê mirina bi Koronayê hejmara standard derbas kiriye”

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
“Li Herêma Kurdistanê mirina bi Koronayê hejmara standard derbas kiriye”
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, hejmara pêketina bi Koronayê zêde dibe û haletên mirinê jî hejmara standard derbas kiriye”.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî di daxuyaniyekê de aşkere kir, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bûye û hejmareke mezin jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Da zanîn jî: “Beşên çavdêriyê yên nexweşxaneyan hatine dagirtin û dibe ku cih jî nemîne.”

Dr. Aso Hewêzî diyar kir, “Mixabin, ji ber pabendnebûna xelkê bi rênimayên tendirustiyê, ji bo cara yekem rekora mirina bi Koronay hat şikandin û ji demjimêr 12ê nîvê şevê ve, 11 haletên mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.”

Ev di demekê de ye, li gor dawî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyan gihîştiye 118554 kesan, ji wan jî 3632 kesan jî canê xwe ji dest dane.

K24
Top