• Monday, 01 July 2024
logo

Xelkê navçeyên jêr destê Tirkiyê û opozisyonê naxwazin derî bêne vekirin

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Xelkê navçeyên jêr destê Tirkiyê û opozisyonê naxwazin derî bêne vekirin
Nişteciyên navçeyên li jêr destê Tirkiyê û çekdarên opozisyonê li bakurê rojavayê Sûriyê nerazîbûna xwe ji vekirina xalên derbasbûnê ligel navçeyên hikûmeta Sûriyê nîşan didin. Ew dibîjin ku vekirina van xalan dê bibe sedema vejandina hikûmeta Sûriyê.

Piştî belavbûna nûçeya rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê li ser vekirina sê xalên derbasbûnê di navbera navçeyên hikûmet û opozisyona Sûriyê, nişteciyên navçeyên li jêr destê Tirkiyê û çekdarên opozisyonê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Yek ji şêniyên navçeyên di bin kontrola opozisyonê de dibêje: “Em li dijî vekirina xalên derbasbûnê ne, ji ber ku ev xal ji bo mirina xelkên azadkirî li bakurê Sûriyê ye. Em ji garantorê Tirk dixwazin ku xalên derbasbûn ji bo rejîmê neyên vekirin, ji ber ku ev take derî ye ji bo vejandina rejîmê di vê demê de. Rejîm dê bimire û şek di vê de nîne. Em dixwazin vegerin welatî xwe, ne vekirina deriyan ji bo bazirganiyê û vejandina rejîmê.”

Nişteciyên navçeyên bakur û rojavayê Helebê ku li jêr destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dibîjin, vekirina xalên derbasbûnê ligel navçeyên hikûmetê dê bihêle buhayên kelûpelan li navçeyên wan bilind bibin.

Dikandarek jî dibêje: “Eger xala derbasbûnê di navbera me û rejîmê de hate vekirin, hemû madeyên xwarinê dê li me buha bibin. Em li vir koçberkirî ne û em nikarin vê yekê tehemul bikin. Eger xalên derbasbûnê hatin vekirin û pêdawîstiyên jiyanê li me biha bibin û jiyana rojane zehmet e. Niha jixwe debara jiyanê zehmet e, çawa eger xalên derbasbûnê hatin vekirin? Paşê, bawerî bi Rûsan nayê kirin, ne ew û ne Îran û ne jî Hizbullah.”

Rûsya ragihandibû ku wê li gel Tirkiyê li ser vekirina sê xalên derbasbûnê di navbera navçeyên hikûmet û opozisyona Sûriyê de li hev kiriye. Li berpirsên Tirk ên serbazî ji ajansên welatên xwe re ragihandine ku tu rêkeftin derbarê van xalan de ligel Rûsyayê nehatiye kirin.

Rudaw
Top