• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî: Keremê Seyad kesayetiyeke nîştimanperwer bû

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Keremê Seyad kesayetiyeke nîştimanperwer bû
dibêje di tevahiya temena xwe de berdewam bûye li ser xebatê.
Serok Barzanî bo koça dawî ya Seyad peyameke sersaxî belav kir.

Jiber koça dawî ya Rewşenbîr, Nivîskar û mediyakarê Kurd li Ermenistanê, Keremê Seyad, Serok Barzanî peyameke sersaxî pêşkêş kiriye.

Serok Barzanî dibêje bihîstina nûçeya koça dawî ya Keremê Seyad me gelek xemgîn kir, nav hatî kesayetiyeke rewşenbîr û navdar yê Kurd li Ermenistanê bûye û temenê xwe bo xebatên beşê Kurdî yê radiyoya Yerîwanê terxan kiriye.

Sersaxî didim malbet, kesûkar û rewşenbîr û girseya Kurd li Ermenistanê, hevparê xema wanim.

Rihê wî şad be, hêviya sebir û aramiyê bo tevahiya aliyan dixwazim.
Top