• Monday, 01 July 2024
logo

Fraksiyona PDKê: Ti pirsgirêkek bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê budceyê de çênebûye

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Fraksiyona PDKê: Ti pirsgirêkek bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê budceyê de çênebûye
Seroka fraksiyêna PDKê li Parlamentoya Iraqê ragehand, ti guhertinek li ser rêkeftina beşa budceya herêma Kurdistanê çênebûye.

Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, îro 28.03.2021ê demjimêr 15:00ê êvari Parlamento bo dengdana li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê dê bicive.

Viyan Sebrî derbarê rêkeftina şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên Iraqî de bo derbas kirina projeyasayê û beşa budceya herêma Kurdistanê ragehand, heta naha rêkeftin wekî xwe ye û ti astengiyek çênebûye. Em dixwazin bê destkarî kirin bê derbas kirin.’’

Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê amaje bi erkê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragehand, şande çavdêriya bicîhanîna rêkeftinan û dengdana bi projeyasaya budceyê bi beşa budceya herêma Kurdistanê dê bike.

Şeva borî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo çavdêrî kirina proseya dengdana li ser projeyasaya budceyê geheşt Bexda ya paytexta Iraqê.
Top