• Monday, 01 July 2024
logo

Li nav Kampa Holê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Li nav Kampa Holê operasyoneke berfireh hat destpêkirin
Hêzên Asayîşa Kampa Holê ya li başûr Rojhilatê Hesekê, li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyonek dan destpêkirin. 6 hezar endamên hêzên asayişê di operasyonê de beşdar in.

Li gor zanyariyan hêzên asayişê, demjimêr 04.00ê sibeha îro, 28/03/2021, li derdora Kampa Holê belav bûn û bi armanca pêkanîna operasyoneke ewlekariyê derbasî nav kampê bûn.

Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Encûmena Herêma Cizîrê Evînar Dêrik di kongreya rojnamevanî ya destpêkirina "Operasyona Ewlekarî û Mirovî" de amade bûn.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen, di daxuyaniya derbarê operasyonê de ba kişand ser rewşa kampê û got, “kampa Holê demeke dirêj e ku xetereyek cidî li ser herêmê û cîhanê çêdike.”

Li gor daxuyaniyê wan endam, alîgir û malbatên DAIŞê li nav kampê, “rêveberiyeke taybet ava kirin û ku DAIŞê biparêzin û vejînin. Tîmên El-Hesbê (polîsên DAIŞê) û dadgehên rewa yên taybet bi xwe ava kirin. Li kampê materyalên DAIŞê fêrî zarokan dikin. Bi wê yekê gefa afirandina nifşekî nû yê terorîstan ku dê li ser tevahî cîhanê xetere bin, tê xwarin. Pêwîst e ew zarok ji wê çarenûsê bên rizgarkirin.”

Elî El-Hesen tekez jî kir, “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêdiviyên şêniyên kampê li gorî dereftên xwe peyda dike, rêxistinên alîkariyan ên navneteweyî alîkariyê didin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehiyê li kampê misoger dike” û got, “DAIŞê tenê îsal 47 kes di hundir kampê de kuştin.”

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser armanca operasyonê got, hêzên asayişê bi piştevaniya HSD, YPG û YPJê bi mebesta “rizgarkirina kampê ji belaya DAIŞê” operasyonê didin destpêkirin û diyar jî kir, “Tekez dikin ku em dê hemû tedbîrên pêwîst bo parastina ewlekariya sivîlan werbigirin.”

Ev operasyon weke bersivek ji daxwazî û banga serokên êl û hozên derve hatine ji ber ku roj li pey rojê rewşa Kampa Holê xerabtir dibe û gefa DAIŞê jî zêdetir dibe.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê mezintirîn kampe li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Piştî bidawîhatine şerê Baxozê li dijî çekdarên DAIŞê, jin û zarokên çekdarên wê rêxistinê di nava kampa Holê de hatin niştecîkirin.

Li Kampa Holê ya li Hesekê niha nêzîkî 62 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê dimînin.

Ji sedî 80 xelkê Kampa Holê jin û zarok in û piraniya wan jî xelkê Iraq û Sûriyê ne. Nêzîkî 10 hezar kesan jî xelkê 57 welatan e, û beşeke mezin heta niha jî piştevaniya DAIŞê dikin.

Li nav Kampa Holê ji bilî hejmarekê ku piranî xelkê Sûrî ne, 19 hezar zarokên Iraqî û 8 hezar zarokên welatên din hene ku bav û dayîkên wan endamê DAIŞê bûn.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel jî berî niha bal kişandibû ser rewşa Kampa Holû û gotibû, “Ew li nav kampê şerîetê cîbicî dikin û polîsên taybet bi wan hene, ku em ji wan re dibêjin Hisbe. Hemû ew tişt ji aliyê wan jinan ve têne kirin, ku bîrkirina xwe ya tund dixine mejiyê wan zarokên ku li wê derê ne. Bi nerîna min, eger bi awayekî dirust serederî ligel vî tiştî neyê kirin, êdî ew jin nifşê nû ji cihadiyan dirust dikin.”

Rudaw
Top