• Sunday, 28 July 2024
logo

Jina Ereb hevjînê xwe yê Kurd kuşt, parçe parçe kir û agir pê xist

Jina Ereb hevjînê xwe yê Kurd kuşt, parçe parçe kir û agir pê xist
Li Kerkûkê jineke Ereb, hevjîna xwe yê Kurd kuşt, bedena wî parçe parçe kir û piştre jî şewitand.

Hêzên Asayişa Kerkûkê, jineke Ereb girtin, ku bi alîkariya birayê xwe, hevjîna xwe yê Kurd kuştiye.

Berpirsê Ragihandina Asayişa Kerkûkê Simko Mehmûd ji Rûdawê re got: “Wê jinê îtîraf kiriye ku ew tawan encam daye. Destpêkê ew (zilamê Kurd) kirine derê û ber bi aliyê rêya Çîmen ve birine. Piştre li ser rêya Kerkûk-Hewlêr û li nêzîkî gundê Gurge Çal betaniyek lê alandine û neft pê de kirine û agir berdanê.”

Li gorî gotina Asayişa Kerkûkê, navê zilamê Kurd, Kemal Celal bûye û hevjîna wî Ereb û xelkê parêzgeha Kut a Iraqê ye.

Hevjîna Kemal ji Rûdawê re ragihand, ku ew ji kuştina hevjînê xwe poşman nîne, ji ber ku li pişt wê bûyerê pirsgirêkek mezin a civakî hebûye ku ew naxwaze behsa wê pirsgirêkê bike.

Jina Ereb a hevjîna Kemal li ser kuştina hevjînê xwe yê Kurd dibêje: “Birayê min bi kêrê lê xist, lê min nekarî ez bibînim. Piştî ku me ew kire nav betaniyekê, me kincên derê kire ber wî de. Birayê min jî kelûpelên kuştinê birin û bi Kemal re şewitandin. Min tenê bi birayê xwe re Kemal hilgirt, kuştina wî bi vî şêweyî bû.”

Kemal Celal ku îro çarşemî 22ê Hezîranê duyemîn roja şîna wî ye, xelkê navçeya Çemçemal li Başûrê Kurdistanê bû. Kemal piştî zewaca bi jina Ereb re, otomobîlek taybet jê re kirîbû û herwiha ji bîrayê (birayê jinê) xw re jin anîbû.

Berî ku were kuştin, her di heman rojê de Kemal 6 saet berî kuştina xwe otomobîlek nû kirîbû, lê nekarî lezetê li wê otomobîla xwe ya nû bibîne.

Li gorî zanyariyên Asayişa Kekrûkê, kuştina Kemal Celal bi planek pêşwext bûye û li gorî yasayê dibe ku ew jina Ereb bo dema heta hetayê bê zîndanîkirin.

Rudaw
Top