• Monday, 01 July 2024
logo

Rêveberê Tenduristiya Duhokê: Duhok ji ber vîrusa koronayê di rewşeke xirab de ye

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Rêveberê Tenduristiya Duhokê: Duhok ji ber vîrusa koronayê di rewşeke xirab de ye
Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Duhokê diyar kir îro 28.03.2021ê dê lijneya koronayê li Duhokê danûstanê li ser rewşa koronayê bike. Naha parêzgeha Duhokê di rewşeke xirab de ye û pêwîste hemwelatî xwe biparêzin.

Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Duhokê Dr. Efrasyab Musa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tenduristiya Duhokê plan daniye bo çareseriya pêketiyên vîrusa koronayê du nexwaşxane li gor planê bo pêketiyên vîrusa koronayê hatine cuda kirin. Heta 200 pêketiyên rewşa wan dijwar dikarin nav nexwaşxaneya Duhokê de bên razandin. 40 qaryoleyên çavdêriya hûr bo pêketiyên vîrusa koronayê hatine cuda kirin. Eger hejmara pêketiyan zêdetir bibe, her tiştekî pêwîst be dê bê kirin bo tekoşîna hember koronayê. Naha li Duhokê hejmara pêketiyan gelek zêde bûye û pêşbînî tê kirin hîn hejmar zêde jî bibe.’’

Herwaha got: ‘’Îro em dê pêşneyarên xwe bidin parêzgeha Duhokê bo wê ku baştir tekoşîn hember vîrusa koronayê bê kirin. Ji ber pêşbînî tê kirin hejmara pêketiyan zêdetir bibe û lewra jî pêwîste xelk agahdar bin û berdewam bi maske bigerin.’’

Dr Efrasyab got: ‘’Em dixwazzin zêdetir rewş xirab nebe, ku em bikarin kontrolê li ser rewşê bikin û negehe wê astê ku qedexeya hatûçûnê bê ragehandin.’’

Basnews
Top