• Monday, 01 July 2024
logo

Hevpeymaniya nîştimanî nûçeyek red dike

Gulan Media March 28, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya nîştimanî nûçeyek red dike
dibêje ti hêzeke wisa nehatiye Îraqê.
Dibêje ti hêzeke şer ya Amerîkî nehatiye Îraqê.

Piştî belav bûna nûçeya ku qala vê yekê dikir ku hêzeke gelek mezin ya şer ya Amerîkî hatiye Îraqê, hevpeymaniya cîhanî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî, ti hêzeke şer ya Amerîkî nehatiye Îraqê û nûçeya ku behsa vê mijarê dike, dûre ji rastiyê.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku tevahiya hêzên ser bi hevpeymanan ku li Îraqê ne, hêzên şêwirmendiyê ne û ti hêzeke şer di wan demên dawî de bo Îraqê nehatiye şandin.

Weke tê zanîn beriya niha jî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotibû ku Îraqê pêdiviya xwe bi hêzên şer yên Amerîkî nîne lê pêdiviya xwe bi hevkariya navnetewî heye.
Top